CSS
Destpêkê

Destpêkê

CSS, ew ziman e ku em ji bo şêwazek rûpelên HTML'ê bikar tînin.

CSS diyar dike ku hêmanên HTML'ê çawa têne xuyang kirin.

Ev rêzeders dê CSS ji bingehîn heya pêşkeftî fêrî we bike.

CSS çi ye?

CSS; tê wateya Rûpelên Şêwazan Raxistî (Cascading Style Sheets).

CSS diyar dike ku hêmanên HTML'ê çawa li ser xuyanek, rûpel, an di medyayên din de têne xuyang kirin. CSS gelek kar xilas dike.

Ew dikare sêwirana çend rûpelên malperê bi yekcarî kontrol bike.

Kodên şêwazê di pelên CSS de têne hilanîn.

Pelên CSS'ê nava kompîturê de bi pêvekê .css tên tomar kirin. Mînak: sewaz.css

Çima CSS Bikar Bînin?

CSS ji bo danasîna şêwazên ji bo rûpelên we yên webê, sêwirandin û guhertinên di pêşandanê de ji bo cîhazên cuda û mezinahiyên xuyanekê tê bikar anîn.

Bi pelek şêwazên CSS'ê, hûn dikarin bi guhertina pelek tenê dîmenê tevahiya malperek biguherînin.

CSS, ji bo afirandina malperên Web'ê teqez pêwiste!

Fêrbûn û bikaranîna CSS gelek hêsane.

Mînaka Kodên CSS'ê

body {
  background-color: lightblue;
}
 
h1 {
  color: white;
  text-align: center;
}
 
p {
  font-family: verdana;
  font-size: 20px;
}