HTML
Girêdankan (Links)

Girêdankan (Links)

Girêdank, hema hema di hemî rûpelên malperê de têne dîtin.

Girêdank rê dide bikarhêneran ku riya xwe ji rûpelê, rûpelekê din derbas bikin.

Girêdankên HTML hîpergirêdan in.

Hûn dikarin li ser girêdankek pêlê bikin û biçin rûpelek din.

Dema ku hûn mişkê li ser lînkê bixin, nîşana mişkê dê bibe destek piçûk.

Girêdank ne pêwiste ku bi nivîsê be. Girêdankek dikare wêneyek an hêmanek din a HTML'ê be.

Hêmana  girêdankek diyar dike. Hevoksaziya vê li jêrîn heye:

Navê vê Rê

Taybetmendiya herî girîng a hêmanê  taybetmendîya href, ku rêya girêdankê destnîşan dike.

Nivîsa girêdankê ew beşê ye ku dê ji bikarhêneran re xuya bibe.

Bi pêl kirina li ser nivîsa girêdankê, dê bikarhêner bişîne navnîşana URL'ya diyarkirî.

Rêzedersên HTML'ê

Taybetmendîya "target"

Girêdank, rûpela geroka heyî de were xuyang kirin.

Ji bo guherandina vê, divê hûn ji bo girêdankê armancek din diyar bikin.

Taybetmendîya target diyar dike ku, li ku derê rûpela girêdayî vekin.

Taybetmendîya target dikare yek ji van nirxên jêrîn hebe:

_self : Bingehîn. Rûpelê di heman pencerê ku lê hatiye pêlandin de vedike.

_blank : Rûpelê di pencereyek nû de vedike.

_parent : Rûpelê di çarçoveya jorîn de vedike.

_top : Rûpelê di tevahiya laşê pencereyê de vedike.

Destpêkê - PAWE

HTML - PAWE

CSS - PAWE

JavaScript - PAWE

Wêneyek bi Girêdank kirin

Ji bo ku wêneyek wekî girêdankek bikar bînin, tenê hêmana  ê têxin hundurê hêmana  yê.

Girêdanka Navnîşanek E-Mail'ê

Di hundurê taybetmendiyê href de bi mailto: tên bikaranîn.

Da ku girêdankek çêbikin ku bernameya e-mail'ê bikarhêner vebike (ji bo ku ew e-mailek nû bişînin).

E-Mail'a Me

Taybetmendîya "title"

Taybetmendîya title agahdariya zêde li ser girêdankê diyar dike.

Dema ku nîşana mişk li ser girêdankê digere, pir caran agahdarî wekî nivîsek tê xuyang kirin.

Google

Girêdanka Rûpelên Navxweyî (Relative URL)

Rûpelên ku di nava peldankek ê de an jî pel û rûpelên navxweyî (local) dikarin bi vê awayî girêdank bikin:

Sernavê Girêdank

Sernavê Girêdank