HTML
Lîsteyan (Lists)

Lîsteyan (Lists)

Lîsteyên HTML destûrê dide pêşvebirên malperê ku komek tiştên têkildar di navnîşan de kom bikin.

HTML ji bo destnîşankirina lîsteyên agahdariyê sê awahîyan pêşkêş dike.

Pêwistî ye ku hemî lîste, yek an çend hêmanên lîsteyê hebin.

Lîsteya ne rêzkirî: Ev ê tiştan bi xal ve lîste bike.

- Lîsteya rêzkirî: Ev ê bi jimareyan ve lîste bike.

- Lîsteya pênase: Ev tiştên we bi heman awayê ku di ferhengekê de hatine rêz kirin rêz dike.

Lîsteya Ne Rêzkirî (Unordered List)

Lîsteya ne rêzkirî bi hêmana
dest pê dike.

Her lîsteyek bi hêmana
ve tên diyar kirin.

Tiştên lîsteyê dê bi guleyan (dorên reş ên piçûk) bêne nîşankirin.

Kulîlkan:

Sosin

Beybûn

Guldexwîn

Nergîz

Binevş

Lîsteya Rêzkirî (Ordered List)

Lîsteya rêzkirî bi hêmana
ve dest pê dike.

Her lîsteyek bi hêmana
ve tên destnîşan kirin.

Tiştên lîsteyê dê bi hejmaran bêne nîşankirin.

Demsalan:

Zivistan

Bihar

Havîn

Payîz

Lîsteya Pênase (Description Lists)

Lîsteya pênase lîsteyek peyvan e, bi ravekirina her peyvê re.

Lîste bi hêmana
ve tên ravekirin.

Hêmana
termê (nav) diyar dike.

Hêmana
jî pênase yê diyar dike.

HTML

Zimanê Nîşandana Hîper Nivîs

CSS

Qatên Stîlê Bipêling