Vîdeoyên YouTube-ê
Rêya herî hêsan a lîstina vîdeoyên di HTML'ê de, karanîna YouTube-ê ye.
Veguheztina vîdeoyan ji bo formên cihêreng dikare dijwar û demdirêj be.
Çareserek hêsantir ev e ku hûn bihêlin vîdeoyên YouTube-ê di malpera we de bilîze.
Dema ku hûn vîdeoyek hilînin (an bilîzin) dê nasname -id- (wek YfavewTOEbI) nîşan bide.
Hûn dikarin vê id-ê bikar bînin, û vîdeoya xwe di koda HTML'ê de binihêrin.
Vîdeoyek YouTube'ê di HTML'ê de lîstin
Ji bo lîstina vîdeoya xwe li ser rûpelek malperê:
- Vîdeoyê ji YouTube re barkirin.
- Nasnameya vîdeoyê têbînîyek bigirin.
- Di rûpela malpera xwe de hêmanek
<iframe>
diyar bikin. - Bila taybetmendî
src
li URL'a vîdeoyê nîşan bide. - Ji bo diyarkirina pîvana lîstikvanê taybetmendiyên
width
ûheight
bikar bînin. - Parametreyên din li URL-ê zêde bikin (li jêr binêre).
<iframe
width="420"
height="315"
src="https://www.youtube.com/embed/YfavewTOEbI"
></iframe>
YouTube Autoplay + Bêdengkirin
Hûn dikarin bihêlin vîdeoya we bixweber (otomatîkî) dest pê bike dema ku bikarhênerek seredana rûpelê dike, bi autoplay=1
lêzêdekirina URL'ya YouTube-ê.
Lêbelê, bixweber destpêkirina vîdeoyek ji bo mêvanên we aciz be!
Paşê lê mute=1
zêde bikin da ku hûn vîdeoya we bixweber û bêdeng dest pê bike.
<iframe
width="420"
height="315"
src="https://www.youtube.com/embed/YfavewTOEbI?autoplay=1&mute=1"
>
</iframe>
YouTube Vîdeoyê Dubare Bikin -Loop-
loop=1
zêde bikin da ku hûn vîdeoya xwe herheyî bihêlin.
Nirx 0: Vîdeo dê tenê carekê bilîze.
Nirx 1: Vîdeo dê her û her dubare bibe.
<iframe
width="420"
height="315"
src="https://www.youtube.com/embed/YfavewTOEbI?&loop=1"
>
</iframe>
Qada Kontrola Vîdeoyê YouTube
controls=0
lê zêde bikin ku di lîstikvana vîdeoyê de kontrolên nîşan nede.
Nirx 0: Kontrolên lîstikvan nayên xuyang kirin.
Nirx 1: Kontrolên lîstikvan dîmenderê kontrol dike.
<iframe
width="420"
height="315"
src="https://www.youtube.com/embed/YfavewTOEbI?&controls=0"
>
</iframe>