Taybetmendiyan (Attributes)
Taybetmendiyên HTML'ê di derheqê hêmanên HTML'ê de agahdariya bêhtir nîşan dike.
Hemî hêmanên HTML'ê dikarin xwedan taybetmendî bin.
Taybetmendî her gav di nîşanka destpêkê de têne diyar kirin.
Taybetmendî bi gelemperî di cotên nav û nirx de têne dest nîşan kirin. Mînak: name = "nirx"
Standarda HTML'ê navên taybetiyên bi tîpên piçûk were nivîsandin. Rast: src="pawe.png" - ŞAŞ: SRC="pawe.png"
Taybetmendiya "href"
<a>
girêdankek diyar dike.
Taybetmendî href
URL'ya rûpelê ku rêya lê diçe diyar dike:
<a href="https://twitter.com/pawedev">Hesabê Twitter'ê</a>
Taybetmendiya "src"
<img>
ji bo ku wêneyek di rûpelek HTML'ê de bi cîh bike tê bikar anîn.
Taybetmendî src
rêça wêneyê ku were xuyang kirin diyar dike:
<img src="html.jpg" />
Du awahî hene ku mirov URL'ê di taybetmendiyê src de diyar bike:
1. URL -ya bêkêmasî - Girêdankên wêneyek derveyî ya ku li ser malperek din tê mêvandar kirin.
<img src="https://navemalpere.com/wene.jpg" />
2. URL -ya têkildar - Girêdankên wêneyek ku di nava malperê de hate cîh kirin.
Li vir, URL navê malperê (navper) nagire.
<img src="wene.jpg" />
Taybetmendiyên "width" û "height"
Di hêmana <img>
ê her weha taybetmendiyên width
û height
yên ku dirêjahi û bilindahiya wêneyê (bi pixelan) diyar dikin:
<img src="wene.jpg" width="100" height="50" />
Taybetmendiya "alt"
Taybetmendiya alt
ji bo <img>
nivîsek alternatîf ji bo wêneyek diyar dike, heger wêne ji ber hin sedeman neyê xuyang kirin.
Ev dibe sedema pêwendiyek hêdî, an xeletiyek di taybetmendiyê src
de heye.
<img src="beybun.jpg" alt="Ev wêne ya beybûnê ye." />
Taybetmendiya "title"
Taybetmendîya title
hin agahdariya zêde li ser hêmanek diyar dike.
Nirxa taybetmendiya title
dê wekî şîreta amûrekê were xuyang kirin.
Dema ku hûn mişkê li ser hêmanê tînin ev nirx an jî nivîs xuyang dibe.
<p title="Sernav li vir tên nivîsandin">Ez HTML fêr dibim.</p>
Taybetmendiya "style"
Taybetmendiya style
ji bo lê zêdekirina şêwazên hêmanek, wek reng, tîp, mezinahî, û hêj bêtir tê bikar anîn.
Di nava vê taybetmendiyê kodên CSS'ê tên nivîsandin.
<h1 style="font-size:24px;">Taybetmendîya Style</h1>
<p style="color:red;">Rêzedersên HTML'ê</p>
<a href="https://pawe.dev" style="background-color:yellow;">Pawe Pêşvebirin</a>
Taybetmendiya "lang"
Pêwiste ku hûn her gav taybetmendiyê lang
di hundurê <html>
de bi cîh bikin, da ku hûn zimanê rûpela Web'ê diyar bikin.
Ev tê wateya ku alîkariya motorên lêgerîn û gerokan bike.
Mînaka jêrîn Îngilîzî wekî ziman diyar dike:
<!DOCTYPE html>
<html lang="en">
<body>
...
</body>
</html>
Ji bo destnîşan kirina zimanê Kurdî em koda "ku" bi kar tînin.
<!DOCTYPE html>
<html lang="ku">
<body>
...
</body>
</html>
Kodên welat jî dikarin li koda zimanî ya di taybetmendiyê lang
de werin zêdekirin.
Ji ber vê yekê, her du tîpên yekem zimanê rûpela HTML'ê diyar dikin, û du tîpên paşîn jî welat diyar dikin.
Nimûneya jêrîn Îngilîzî wekî ziman û Dewletên Yekbûyî wekî welat destnîşan dike:
<!DOCTYPE html>
<html lang="en-US">
<body>
...
</body>
</html>