HTML
Mînakên Bingehîn

Mînakên Bingehîn (Basic Examples)

Di vê beşê de em ê hin mînakên bingehîn ên HTML'ê nîşan bikin.

Xem neke heger em hêmanên ku we hîn nebûne bikar bînin.

Niha tenê bala xwe bidin dersê û hewl bidin ku mantiqa wê fêr bibin.

Beşên pêşî de em bi kûrahî wan hêmanan fêr bibin.

Pelên HTML'ê

Pelên HTML'ê nava kompîturê bi pêveka .html an jî .htm tên tomar kirin. Mînak: navêpel.html

Divê hemî pelên HTML'ê bi hêmana <!DOCTYPE html> <html> destpê dikin û bi hêmana </html> dawî dibin.

Qada rûpela HTML'ê ya ku naverok lê werin xuyang kirin bi <body> dest pê dike û bi </body> diqede.

index.html
<!DOCTYPE html> <!--- Nîşankirina HTML5'ê --->
<html> <!--- Pela HTML Destpêkir --->
 
<body> <!--- Laşê Pelê / Naveroka pelê li vir tên nîşan kirin. --->
 
    <h1>Sernivîsê Destpêkê</h1>
    <p>Ev paragrafê min e.</p>
 
</body> <!--- Laşê Pelê Qediya ye --->
 
</html> <!--- Pela HTML5 Qediya ye --->

Nîşankirina <!DOCTYPE html>

Nîşaneka <!DOCTYPE html> rûpela HTML5 temsîl dike, û ji gerokan re dibe alîkar ku rûpelên Web'ê rast nîşan bide.

Pêwiste ku ew tenê carekê, li serê rûpelê (berî nîşanekên HTML'ê) xuya bibe.

Sernavên HTML'ê

Sernavên HTML'ê ji nîşanka <h1> heta nîşanka <h6> tên diyar kirin.

Nîşanka <h1> sernavê girîng nîşan dike û sernava herî mezin ev e.

Nîşanka dawî ya <h6> jî sernava herî piçûk e.

Minak:

<h1>Sernavê Mezin Ev e</h1>
<h2>Rêzedersên HTML'ê</h2>
<h3>Mînakên Bingehîn</h3>
<h4>Pêşvebirina Nivîsbarîn</h4>
<h5>Pêşvebirên Kurd</h5>
<h6>PAWE</h6>

Paragrafên HTML'ê

Paragrafên HTML'ê bi nîşanka <p> tên diyar kirin.

<p>Ev paragrafê HTML e. Li vir nivîs cih digre.</p>

Girêdankê HTML'ê

Girêdankên HTML'ê bi nîşanka <a> tên diyar kirin.

Ev girêdankan rûpel an jî malperekê cûda rênîşan dike.

Navnîşana rûpelê di nava hêmana href tên nivîsandin.

Di nava nîşankên <a> û </a> yê sernivîsa vê girêdank tên nivîsandin.

<a href="https://pawe.dev">Pawe Pêşvebirin</a>

Wêneyên HTML'ê

Di nava rûpelên HTML'ê wêneyan bi nîşankê <img> tên bi cih kirin.

Navnîşana wêneyê di nava taybetmendiya src tên nivîsandin.

Heger dixwazin di derbarê wêne agahîyekê bidin, di nava taybetmendiya alt bi nivîsin.

Dirêjahî û bilindahîya wêne bi taybetmendiyên width û height ve tên diyar kirin.

<img src="/pawe.png" alt="Rêzedersên HTML'ê" width="100" height="30" />