HTML
Destpêkê

Destpêkê

Hûn bi xêr hatin Rêzedersên HTML'ê.

Em ê bi hev re HTML'ê fêr bibin, ku ew zimanê nîşankirinê yê herî girîng e ku di warê Pêşvebirina Web'ê de tê bi kar anîn.

Di vê rêzedersê de, me hemî naveroka perwerdehiya nivîskî û vîdeoyî ji we re bi zimanek berfireh û têgihîştî amade kiriye.

Em hêvî dikin ku ew ê ji bo we kêrhatî û perwerdehiyê be.

Niha em bi hev re HTML'ê nas bikin:

HTML çi ye?

HTML, zimanê nîşankirinê yê standardên ku ji bo çêkirina rûpelên Web'ê ye.

Tê wateya Zimanê Nîşandanîna Hîper Nivîs (HyperText Markup Language).

Avahîya rûpelên Web'ê diyar dike.

Ji rêze hêmanan pêk tê.

Hêmanên HTML'ê ji gerokê re vedibêjin, naverokê rûpelê çawa xuya bibe.

Hêmanên HTML'ê, perçeyên naverokê wek "ev sernivîsek e", "ev paragraf e", "ev girêdanek e" nîşank (tag) dike.

Hêmanên HTML'ê çi ye?

Hêmanekê HTML'ê bi nîşanka (tag) sereke destpê dike, hinek naverok werdigre û nîşanka dawî ve xilas dibe.

Nîşanka sereke: bi karaktera < (kêmtir) ve destpê dike, navê hêmanê werdigre û bi karaktera > (mezintir) ve xilas dibe.

Nîşanka dawî: bi karaktera < (kêmtir) ve destpê dike, dîsa navê heman hêmanê werdigre û bi karakterên /> (parvek û mezintir) ve xilas dibe.

Mînaka Hêmanekê:

<navêhêman> Naverok li vir cih digre... </navêhêman>

Nîşank, Taybetmendî û Hêman:

Pêwiste em ew peyvan baş nas bikin û tevlîhev nekin.

Plansaziya Hêmana HTML'ê

Nîşank: Dema ku hêmanek tên diyar kirin, navê ev hêman pêwiste hebe. Ev jî "nîşank" e.

Mînak, <h1>, <p>, <a>, <div>, hwd. NÎŞANK e.

Taybetmendî: Dibe ku hêmanek xwedan taybetmediyan be. Taybetmendî, şêwaza xebata hêmanê diyar dike.

Mînak, <a href="/html"> : li vir href="/html" TAYBETMENDÎ ye.

Hêman: Heger nîşankên destpêk û dawiyê hatin wergirtin û naverok hatibe nivîsandin, ew êdî hêmanek e.

Mînak, <a href="/html">Rêzedersên HTML'ê</a>, <img src="/pawe.png">, <br>, hwd. HÊMAN e.

Mînakên Hêmanên HTML'ê:

Ev sernivîsek e

Ev paragraf e

Nîşe: Hin hêmanên HTML'ê bê naverok in (wek hêmana <br>). Ji van hêmanan re "Hêmanên Vala" tê gotin. Nîşankên dawî ya hêmanên vala tune ye!

Hêmanên Tên Bikaranîn

  1. Hêmana <html> hêmana bingehîn a rûpela HTML e. Di destpêka rûpelê de cih digire. Ji bo guhertoya HTML5'ê <!DOCTYPE html> tên bikaranîn.
  2. Hêmana <head> di derbarê rûpela HTML'ê de agahdariya rûpelên CSS, JavaScript û nîşankan (metadata) dike.
  3. Hêmana <title> sernavek ji bo rûpela HTML diyar dike. Ew di serê gerokê de an jî li serê rûpelê tê xuya kirin. Di nava hêmana <head> de tê nivîsandin.
  4. Hêmana <body> laşê rûpelê diyar dike û hemî naveroka xuyangê wekî sernav, paragraf, wêne, girêdank, keval, navnîş û hwd tê de cih digirin.
  5. Hêmana <h1> sernavek mezin diyar dike.
  6. Hêmana <p> paragrafekê diyar dike.
  7. Hêmana <style> agahdariya şêwazê ya ku di nav rûpelê de hatî vehewandin dihewîne. Kodên CSS'ê di nava hêmanê de têne nivîsandin.
  8. Hêmana <a> (an jî hêmana girêdanê) digel taybetmendiya "href" ji rûpelan, pelan, navnîşanên e-mail'ê, cihên li ser heman rûpelê, an her tiştê ku URL yek dikare navnîşan bike, hîpergirêdanek ava dike.
  9. Hêmana <img> wêneyekê li ser rûpelê bi cih dike.