CSS
Hilbijêran (Selectors)

Hilbijêran (Selectors)

Hilbijêra CSS'ê, hêman(ên) HTML'ê ku hûn dixwazin şêwaz bikin hildibijêre.

Em dikarin hilbijêrên CSS'ê li pênc kategoriyan dabeş bikin:

  • Hilbijêrên hêsan (hêmanên li ser bingeha nav, nasname, çîn hilbijêrin)
  • Hilbijêrên hevberker (hêmanên li ser bingeha têkiliyek taybetî ya di navbera wan de hilbijêrin)
  • Hilbijêrên pseudo-çîn (hêmanên li ser bingeha rewşek diyarkirî hilbijêrin)
  • Hilbijêrên pseudo-hêman (perçeyek hêmanek hilbijêrin û şêwaz bikin)
  • Hilbijêrên taybetmendiyê (hêmanên li ser bingeha taybetmendiyek an nirxek taybetmendiyê hilbijêrin)

Ev beş dê hilbijêrên herî bingehîn ên CSS'ê rave bike.

Hilbijêra Hêmanan

Hilbijêra hêmanan, hêmanên HTML'ê li ser bingeha navê hêmanê hildibijêre.

Mînak: <p>

p {
  text-align: center;
  color: red;
}

Hilbijêra Çînan (class)

Hilbijêra çînan, hêmanên HTML'ê bi taybetmendiyek çîna taybetî hildibijêre.

Ji bo bijartina hêmanên bi çînek taybetî, karakterek xalê ( . ) binivîsin, li dûv navê çînê.

Mînak: class="center"

.center {
  text-align: center;
  color: red;
}

Her weha hûn dikarin diyar bikin ku tenê hêmanên HTML'ê yên taybetî divê ji çînê bandor bibin.

Mînak: <p class="center">

p.center {
  text-align: center;
  color: red;
}

Hilbijêra Taybetmendiyan (id)

Hilbijêra taybetmendiya, id'ê ya hêmanek HTML'ê bikar tîne da ku hêmanek taybetî hilbijêrin.

Nasnameya hêmanekê di nav rûpelekê de yekta ye, ji ber vê yekê hilbijêra nasnameyê ji bo hilbijartina yek hêmanek bêhempa tê bikar anîn.

Ji bo bijartina hêmanek bi id'ya taybetî, karakterek hash ( # ) binivîsin, paşê jî id'ya hêmanê.

Mînak: id="pawe"

#pawe {
  text-align: center;
  color: red;
}

Hilbijêra Gerdûnî

Hilbijêra gerdûnî (*) hemî hêmanên HTML'ê yên li ser rûpelê hildibijêre.

* {
  text-align: center;
  color: blue;
}

Hilbijêra Komkirinê

Hilbijêra komkirinê, hemî hêmanên HTML'ê bi pênaseyên heman şêwazê hildibijêre.

Li koda CSS ya jêrîn binihêrin (hêmanên h1, h2, û p heman pênaseyên şêwazê hene):

h1 {
  text-align: center;
  color: red;
}
 
h2 {
  text-align: center;
  color: red;
}
 
p {
  text-align: center;
  color: red;
}

Dê çêtir be ku hilbijêran kom bikin, kodê kêm bikin.

Ji bo komkirina hilbijêran, her hilbijêrek bi bêhnokê ( , ) veqetînin.

h1,
h2,
p {
  text-align: center;
  color: red;
}