HTML
Serê Rûpelê (Head)

Serê Rûpelê (Head)

Hêmana <head> ji bo ev hêmanan konteynir e: <title>, <style>, <meta>, <link>, <script>, û <base>.

Hêmana <head> ji bo metadata (daneyên li ser daneyan) konteynir e û di navbera nîşankên <html> û <body> de tê danîn.

Metadata, daneyên li ser rûpela HTML'ê dihewîne.

Metadata bi gelemperî sernavê rûpelê, koma karakteran, şêwaz, nivîskar, û agahdariya meta din diyar dike.

Hêmana <title>

Hêmana <title> sernavê rûpelê diyar dike.

Pêwiste ku sernav tenê nivîs be, û ew di barika sernavê ya gerokê de an di tabloya rûpelê de tê xuyang kirin.

Hêmana <title> rûpelên HTML'ê de hewce ye.

Naveroka sernavê rûpelê ji bo Xweşbîniya Motora Lêgerînê (SEO) pir girîng e.

Sernavê rûpelê ji hêla algorîtmayên motora lêgerînê ve tê bikar anîn da ku dema ku rûpelan di encamên lêgerînê de navnîş dike biryar bide.

<!DOCTYPE html>
<html>
  <head>
    <title>Sernava rûpelê li vir tên nivîsandin.</title>
  </head>
 
  <body>
    Naveroka rûpelê li vir cîh digre.
  </body>
</html>

Hêmana <link>

Hêmana <link> peywendîya di navbera belgeya heyî û çavkaniyek derveyî de diyar dike.

Ev hêman bi piranî ji bo girêdana bi şêwazên derveyî (CSS) ve tê bikar anîn.

<link rel="stylesheet" href="mystyle.css" />

Hêmana <meta>

Hêman <meta> bi gelemperî ji bo diyarkirina koma karakteran, danasîna rûpelê, peyvên sereke, nivîskar, û mîhengên xuyanekê tê bikar anîn.

Metadata, dê li ser rûpelê neyê xuyang kirin.

Lê ji hêla gerokan ve (çawa mirov naverok nîşan dide an rûpelê nûve dike), ji hêla motorên lêgerînê (peyvên sereke) û karûbarên din ên malperê ve têne bikar anîn.

Koma karaktera hatî bikar anîn diyar bike:

<meta charset="UTF-8" />

Peyvên sereke ji bo motorên lêgerînê diyar bikin:

<meta name="keywords" content="HTML, CSS, JavaScript" />

Danasînek malpera xwe ya Web'ê diyar bikin:

<meta name="description" content="Rêzedersên HTML'ê" />

Nivîskarê rûpelekê diyar bike:

<meta name="author" content="Bager Merdin" />

Her 30 çirkeyan (sanîye) belgeyê nûve bikin:

<meta http-equiv="refresh" content="30" />

Sazkirina xuyanekê da ku malpera we li ser hemî cîhazan xweş xuya bike:

<meta name="viewport" content="width=device-width, initial-scale=1.0" />

Hêmana <base>

Hêmana <base> URL'ya bingehîn û/an hedef ji bo hemî URL'yên têkildar ên di rûpelekê de diyar dike.

Pêdivî <base> ye ku nîşanek an href an taybetmendiyek armanc hebe, an jî her du jî hebe.

Di belgeyekê de tenê yek hêmanek <base> dikare hebe!

<!DOCTYPE html>
<html>
  <head>
    <base href="https://pawe.dev/" target="_blank" />
  </head>
 
  <body>
    <h1>Pawe Pêşvebirin</h1>
 
    <p><img src="pawe.png" width="80" alt="Logo" /></p>
 
    <p><a href="html">Rêzedersên HTML'ê</a></p>
  </body>
</html>