HTML
Deng (Audio)

Deng (Audio)

Hêmana <audio> ji bo lîstina pelek dengî li ser rûpelek malperê tê bikar anîn.

Ji bo lîstina pelê dengek di HTML-ê de, hêmana <audio> bikar bînin.

Taybetmendiya controls kontrolên deng, mîna lîstin, sekinîn, û deng zêde dike.

Hêmana <source> dihêle hûn pelên dengî yên alternatîf ên ku gerok dikare ji wan hilbijêrin diyar bikin.

Gerok dê yekem formata naskirî bikar bîne.

Nivîsa di navbera <audio> û </audio> nîşanan de tenê dê di gerokên ku hêmanê <audio> piştgirî nakin de were xuyang kirin.

<audio controls>
  <source src="pawe.mp3" type="audio/mpeg" />
  <source src="pawe.ogg" type="audio/ogg" />
  Geroka we hêmana dengî piştgirî nake.
</audio>

Taybetmendiya "autoplay"

Ji bo destpêkirina pelek dengî bixweber (otomatîk), taybetmendiyê autoplay bikar bînin:

<audio controls autoplay>
  <source src="pawe.mp3" type="audio/mpeg" />
  <source src="pawe.ogg" type="audio/ogg" />
  Geroka we hêmana dengî piştgirî nake.
</audio>

Taybetmendiya "muted"

Piştî muted lê zêde bike da ku pelê weya bêdengî bixweber dest pê bike:

<audio controls autoplay muted>
  <source src="pawe.mp3" type="audio/mpeg" />
  <source src="pawe.ogg" type="audio/ogg" />
  Geroka we hêmana dengî piştgirî nake.
</audio>

Sê formatên dengî yên piştgirî hene: MP3, WAV, û OGG.

Di geroka Safari de tenê formata OGG nayê piştgirî kirin.

Ji bilî wê, hemî formatan di hemî gerokan de têne piştgirî kirin.