HTML
Rêya Pelê (File Paths)

Rêya Pelê (File Paths)

Rêya pelê, cîhê pelê di nav avahiya peldanka malperê de diyar dike.

Rêyên pelan dema ku bi pelên derveyî ve têne girêdan têne bikar anîn.

Mînak:

  • Wêneyan
  • Pelên CSS'ê
  • Pelên JavaScript'ê

Mînakên Rêya Pelê

<img src="wene.jpg">

Pelê "wene.jpg" di heman peldanka rûpela heyî de ye.

<img src="images/wene.jpg">

Pelê "wene.jpg" di peldanka "images" de ye.

<img src="/images/wene.jpg">

Pelê "wene.jpg" di peldanka "images" de li ser koka tevna heyî ye.

<img src="../wene.jpg">

Pelê "wene.jpg" di peldankê de ji peldanka yek astek jortir e.

Rêyên Pelê Bêkemasî (Absolute)

Riya pelê ya bêkêmasî, URL'ya tevahî ya pelê nîşan dike:

<img src="https://pawe.dev/pawe.jpg" alt="Pawe Pêşvebirin" />

Rêyên Pelê Têkildar (Relative)

Rêya pelê ya têkildar, bi pelê re li gorî rûpela heyî nîşan dide.

Di mînaka jêrîn de, riya pelê pelek di peldanka "images" de ku li koka tevna heyî ye nîşan dide:

<img src="/images/wene.jpg" alt="Ev wene ye." />

Di mînaka jêrîn de, riya pelê pelek di peldanka "images" de ku di peldanka heyî de ye nîşan dide:

<img src="images/wene.jpg" alt="Ev wene ye." />

Di mînaka jêrîn de, riya pelê pelek di peldanka "images" de ku di peldankê de yek astek ji peldanka heyî ye nîşan dide:

<img src="../images/wene.jpg" alt="Ev wene ye." />