HTML
Şîroveyan (Comments)
Şîroveyan (Comments)
Şîroveyên HTML'ê di gerokê de nayên xuyang kirin.
Lê ew dikarin bibin alîkar ku koda çavkaniya rûpela we baş were fem kirin.
Hûn dikarin bi karanîna hevoksaziya jêrîn şîroveyan li çavkaniya HTML'ê xwe zêde bikin.
Navberê wan nîşankan de şîrove tên nivîsandin.
Bala xwe bidin ku di nîşanka destpêkê de baneşan (!) heye, lê di nîşanka dawîyê de tune ye.
Bi şîroveyan hûn dikarin di koda HTML'a xwe de agahdarî û bîranînan bi cîh bikin.
Ev paragraf e.
Veşartina Naverokê
Şîrove dikarin werin naverokê bi veşêrin.
Heger hûn naverokê bi demkî veşêrin ev dikare bibe alîkar.
Ev paragraf e.
Rêzedersên HTML'ê - Şîroveyan
Her weha hûn dikarin ji yek rêzek bêtir veşêrin.
Rêzedersên HTML'ê
Beşa Şîroveyan
Şîrove di heman demê de ji bo dîtina xeletiyên kodê HTML'ê jî pir girîng e.
Ji ber ku hûn dikarin rêzikên kodê yên HTML'ê, yek bi yek, şîrove bikin da ku li xeletiyan bigerin.