HTML
Kevalan (Tables)

Kevalan (Tables)

Kevalên -Tabloyên- HTML rê dide pêşvebirên malperê ku daneyan di nav rêz û stûnan de saz bikin.

Kevalek di HTML'ê de ji şaneyên kevalê di hundurê rêz û stûnan de pêk tê.

Keval, bi hêmanên <table> û </table> ve tên destnîşan kirin.

Rêz û stûnan, bi hêmanên <tr> û </tr> ve tên destnîşan kirin.

Sernavan, bi hêmanên <th> û </th> ve tên destnîşan kirin.

Şaneyan, bi hêmanên <td> û </td> ve tên destnîşan kirin.

Kevalekê hêsan:

<table>
  <!--- Qada Rêz / Stûnan --->
  <tr>
    <th>Bakûr</th>
    <th>Başûr</th>
    <th>Rojhilat</th>
    <th>Rojava</th>
  </tr>
 
  <!--- Qada Şaneyan --->
  <tr>
    <td>Amed</td>
    <td>Hewlêr</td>
    <td>Mahabad</td>
    <td>Qamişlo</td>
  </tr>
 
  <tr>
    <td>Dêrsim</td>
    <td>Silêmanî</td>
    <td>Ûrmiye</td>
    <td>Kobanê</td>
  </tr>
</table>

Rêzên / Stûnên Kevalê <tr>

Her rêza kevalê bi hêmana <tr> ve dest pê dike û bi hêmana </tr> diqede.

Hûn dikarin bi qasî ku hûn dixwazin di kevalekê de rêzikan çêbikin.

Lê pêwiste hejmara şaneyan jî wek hev bin.

Nîşe: Him sernavan <th>, him jî şaneyan <td> di nava hêmanên <tr> û </tr> de cîh digre.

<table>
  <tr>
    <td>HTML</td>
    <td>CSS</td>
    <td>JavaScript</td>
  </tr>
</table>

Sernavên Kevalê <th>

Carinan hûn bixwazin ku şaneyên we sernivîs bin.

Di wan rewşan de hêmana <th> û </th> bikar bînin.

Bi standardî, nivîsa di hêmanan <th> de stûr û navend e. Lê hûn dikarin wê bi CSS'ê biguherînin.

<table>
  <tr>
    <th>Sernav 1</th>
    <th>Sernav 2</th>
    <th>Sernav 3</th>
  </tr>
 
  <tr>
    <td>Şane 1</td>
    <td>Şane 2</td>
    <td>Şane 3</td>
  </tr>
</table>

Şaneyên Kevalê <td>

Şaneyan, bi hêmanên <td> û </td> ve tên destnîşan kirin.

Her tiştên ku di navbera <td> û </td> de cîh digre, ev naveroka şaneya kevalê ne.

<table>
  <tr>
    <td>Kesk</td>
    <td>Sor</td>
    <td>Zer</td>
  </tr>
</table>