Hêmanên Formê (Form Elements)
Ev beş hemî hêmanên formê yên cûda vedibêje.
Hêmana

dikare yek an jî çend hêmanên formê yên jêrîn pêk bîne:

<select>
<textarea>

<fieldset>
<legend>
<datalist>
<output>
<option>
<optgroup>
Hêmana
Yek ji hêmanên formê yên ku herî zêde tê bikar anîn hêmana
e.
Hêmana
dikare li gorî taybetmendiyê bi çend awayan were xuyang kirin.

Navê te:

Hemî nirxên cûda yên taybetmendiyê type
di beşa pêş de têne vegirtin.
Hêmana
Hêmana
ji bo çend hêmanên formê etîketekê diyar dike.
Di heman demê de hêmana
ji bikarhênerên ku di klîkkirina deverên pir piçûk de dijwar in (wekî butonên radyoyê an qutiyên kontrolê) alîkariya wan dike.
Ji ber ku dema ku bikarhêner nivîsa di hundurê hêmana
de bitikîne, ew butona radyoyê/qutiya kontrolê vedike.
Divê taybetmendiya for
a hêmana
'ê û bi taybetmendiya id
ya hêmana
wekhev be da ku wan bi hev ve girêde.

Paşnav:

Hêmana <select>
Hêmana <select>
navnîşek dakêşan diyar dike:

Bajarê xwe hilbijêre:
<select id="bajaran" name="bajar">
<option value="amed">Amed</option>
<option value="hewler">Hewlêr</option>
<option value="mahabad">Mahabad</option>
<option value="qamislo">Qamişlo</option>
</select>

Hêmana <option>
vebijarkek ku dikare were hilbijartin diyar dike.
Bi standardî, di navnîşa dakêşanê de yekem tişt tê hilbijartin.
Ji bo danasîna vebijarkek pêş-hilbijartî, taybetmendiyê selected
li vebijarkê destnîşan bikin.
Mînaka jêrîn de vebiraje ya "Mahabad" bi taybetmendiyê selected
ve hate hilbijartin.

Bajarê xwe hilbijêre:
<select id="bajaran" name="bajar">
<option value="amed">Amed</option>
<option value="hewler">Hewlêr</option>
<option value="mahabad" selected>Mahabad</option>
<option value="qamislo">Qamişlo</option>
</select>

Taybetmendiyê size
bikar bînin da ku hejmara nirxên xuyayî diyar bikin:

Bajarê xwe hilbijêre:
<select id="bajaran" name="bajar" size="3">
<option value="amed">Amed</option>
<option value="hewler">Hewlêr</option>
<option value="mahabad">Mahabad</option>
<option value="qamislo">Qamişlo</option>
</select>

Taybetmendiyê multiple
bikar bînin da ku bihêle bikarhêner ji yek nirxê zêdetir hilbijêre:

Bajarê xwe hilbijêre:
<select id="bajaran" name="bajar" size="4" multiple>
<option value="amed">Amed</option>
<option value="hewler">Hewlêr</option>
<option value="mahabad">Mahabad</option>
<option value="qamislo">Qamişlo</option>
</select>

Hêmana <textarea>
Hêmana <textarea>
qadeke têketina pir-xêz (qada nivîsê) diyar dike:

Navnîşan:

<textarea id="navnisan"></textarea>

Taybetmendiya rows
di nav deverek nivîsê de jimareya xuyang a rêzan diyar dike.
Taybetmendî cols
firehiya xuya ya deverek nivîsê diyar dike.
Her weha hûn dikarin bi karanîna CSS'ê mezinahiya qada nivîsê diyar bikin:

Navnîşan:

<textarea
id="navnisan"
cols="30"
rows="10"
style="width:200px; height:200px;"
></textarea>

Hêmana
Hêmana
butonek bitikîne diyar dike:

Têkeve

Hêmanên <fieldset>
û <legend>
Hêmana <fieldset>
ji bo komkirina daneyên têkildar di formek de tê bikar anîn.
Hêmana <legend>
ji bo hêmanê <fieldset>
sernavekê diyar dike.

<fieldset>
<legend>Beşdar Bibe</legend>
Nav:

Paşnav:

Navnîşana E-Mail'ê:

Şîfre:

Bişîne
</fieldset>

Hêmana <datalist>
Hêmana <datalist>
navnîşek vebijarkên pêş-dîyarkirî ji bo hêmanekê
diyar dike.
Bikarhêner dema ku daneyan têxe navnîşek dakêşanê ya vebijarkên pêşwextkirî dibînin.
Taybetmendiya list
a hêmanê
, divê bi taybetmendiya id
ya hêmanê <datalist>
ve vegere.

<datalist id="rengan">
<option value="Kesk"></option>
<option value="Sor"></option>
<option value="Zer"></option>
<option value="Şîn"></option>
<option value="Spî"></option>
</datalist>