HTML
Sernavan (Headings)

Sernavan (Headings)

Sernavên HTML, sernav an jêrnavên ku hûn dixwazin li ser rûpelê nîşan bidin.

Sernavên HTML'ê ji nîşanka <h1> heta nîşanka <h6> tên diyar kirin.

Nîşanka <h1> sernavê girîng dest nîşan dike û sernavê herî mezin ev e.

Nîşanka dawî ya <h6> jî sernavê herî piçûk e.

<h1>Sernavê Mezin Ev e</h1>
<h2>Rêzedersên HTML'ê</h2>
<h3>Mînakên Bingehîn</h3>
<h4>Pêşvebirina Nivîsbarîn</h4>
<h5>Pêşvebirên Kurd</h5>
<h6>PAWE</h6>

Girîngiya Sernavan

Motorên lêgerînê (wekî Google) sernavan bikar tînin da ku naveroka rûpelên we ya malperê nîşan bidin.

Bikarhêner bi gelemperî rûpelek li gorî sernavên wê lê digerin.

Girîng e ku sernivîsan bikar bînin da ku avahiya rûpelê nîşan bide.

<h1> Sernav divê ji bo sernavên sereke, li dû <h2> sernivîsan, paşê ya kêmtir girîng <h3>, û hwd.

Nîşe: Sernavên HTML-ê tenê ji bo sernavan bikar bînin. Sernavan bikar neynin da ku nivîsê MEZIN an stûr bikin.

<!DOCTYPE html>
<html>
  <body>
    <h1>Rêzedersen HTML'ê</h1>
    <p>Paragrafê ku derbarê vê sernavê agahî dide.</p>
 
    <h2>HTML ji bo çi tên bikaranîn?</h2>
    <p>Paragrafê ku derbarê vê sernavê agahî dide.</p>
 
    <h3>Dîroka HTML'ê</h3>
    <p>Paragrafê ku derbarê vê sernavê agahî dide.</p>
  </body>
</html>