HTML
Bikaranîna Kodên JavaScript'ê

Bikaranîna Kodên JavaScript'ê

JavaScript, rûpelên HTML'ê dînamîk û înteraktîftir dike.

Hêmana <script> ê ji bo danasîna kodên JavaScript'ê tê bikar anîn.

Hêmana <script> daxuyaniyên kodên JavaScript'ê dihewîne, an jî ew bi taybetmendîya src ve pelek JavaScript'ê ya derveyî destnîşan dike.

Bikaranîna hevpar a JavaScript'ê manîpulasyona wêneyê, pejirandina formê, û guhertinên dînamîkî yên naverokê ne.

Ji bo ku hêmanek HTML'ê hilbijêrin, JavaScript pir caran rêbazê document.getElementById() bikar tîne.

Em niha mînakên sereke di derbarê JavaScript'ê de didin. Rêzedersên JavaScript'ê de em bi berfirehî vê fêr bibin.

Ev mînaka JavaScriptê dinivîse "HTML û JavaScript", nav hêmanek bi nasnameya id = "navbes" de cîh digre:

<!DOCTYPE html>
<html>
  <body>
    <p id="navbes"></p>
 
    <script>
      document.getElementById("navbes").innerHTML = "HTML û JavaScript";
    </script>
  </body>
</html>

Hêmana <noscript>

Hêmana <noscript> naverokek alternatîf diyar dike ku ji bikarhênerên ku di geroka xwe de JavaScript'ê neçalak kirine an gerokek ku piştgirî nade kodên JavaScript'ê heye, were xuyang kirin.

<script>
  document.getElementById("demo").innerHTML = "Silav JavaScript!";
</script>
 
<noscript>Geroka we di kodên JavaScript'ê re piştgirî nade!</noscript>