HTML
Forman (Forms)

Forman (Forms)

Formên HTML'ê ji bo berhevkirina têketina bikarhêner tê bikar anîn.

Têketina bikarhêner bi gelemperî ji bo pêvajoyê ji rajedarek (server) re tê şandin.

Forman gelek helêde tên bikar anîn.

Em niha bi gelemperî hêman û taybetmendiyên forman nas bikin. Beşên pêşa vê rêzedersê de em bi kûrahî li ser bisekinîn.

Hêmana <form>

Hêmana <form> tê bikar anîn ku ji bo têketina bikarhêner formek HTML-ê çêbike:

<form> konteynirek e ji bo cûrbecûr hêmanên têketinê, wek: zeviyên nivîsê, qutiyên kontrolê, bişkokên radyoyê, bişkokên şandinê, hwd.

<form>
  <!-- Hêmanên formê li vir were bi cih kirin. -->
</form>

Hêmana <input>

Hêmana <input> hêmana formê ya ku herî zêde tê bikar anîn e.

Hêmana <input> dikare li gorî taybetmendiyê bi gelek awayan were xuyang kirin.

Li vir çend mînak hene:

<form>
  <!-- Qadê têketina nivîsê ya yek-xêz nîşan dide -->
  <input type="text" />
 
  <!-- Bişkojek radyoyê nîşan dide (ji bo hilbijartina yek ji gelek vebijarkan) -->
  <input type="radio" />
 
  <!-- Qutiyek kontrolê nîşan dide (ji bo hilbijartina sifir an jî zêdetir ji gelek vebijarkan) -->
  <input type="checkbox" />
 
  <!-- Butonek nîşan dide -->
  <input type="button" />
 
  <!-- Butona şandinê nîşan dide (ji bo şandina formê) -->
  <input type="submit" />
</form>