HTML
Wêneyan (Images)

Wêneyan (Images)

Wêne dikarin sêwiran û xuyangiya rûpelek malperê baştir bikin.

Hêmana <img> ê tê bikar anîn ku wêneyek di rûpelek malperê de were bi cîh kirin.

Wêne bi rûpelên malperê ve têne girêdan.

<img> ji bo wêneya referanskirî cîhek hilgirtinê diafirîne.

Hêmana <img> vala ye, tenê taybetmendiyan dihewîne û nîşanka girtinê nîne.

Rast: <img src="wene.jpg"> - ŞAŞ: <img src="wene.jpg"></img>

Hêmana <img> du taybetmendiyên pêwîst hene:

src - Rêya wêneyê diyar dike.

alt - Ji bo wêneyê nivîsek alternatîf diyar dike.

Hevoksazîya Hêmana <img>:

<img src="peldank/navewene.jpg" alt="Nivîsa Alternatîf" />

Taybetmendiya "src"

Taybetmendiya src rêya (URL) wêneyê diyar dike.

Dikarin him wêneyên navxweyî him jî wêneyên malperên din de hatiye barkirî diyar bikin.

<!--- Wêneya Navxweyî --->
<img src="/pawe.png" width="80" />
 
<br />
 
<!--- Wêneya malperê din de hate barkirî --->
<img src="https://picsum.photos/200/300.jpg" width="200" />

Taybetmendiya "alt"

Taybetmendiya alt ji bo wêneyek nivîsek alternatîf peyda dike.

Heger bikarhêner ji ber hin sedeman nikaribe wê bibîne (ji ber girêdana hêdî, xeletiyek di taybetmendiya src de).

Nirxa taybetmendiyê alt divê wêneyê diyar bike:

<img src="https://picsum.photos/500/500.jpga" alt="Ev nivîsa alternatîf e." />

Taybetmendiyên "width" û "height"

Hûn dikarin taybetmendiyên width û height bikar bînin da ku firehî û bilindahiya wêneyek diyar bikin.

<img src="https://picsum.photos/500/500.jpg" width="500" height="500" />