HTML
Formatên Nivîsa (Formatting)

Formatên Nivîsa (Formatting)

Paragrafek her gav li ser rêzek nû dest pê dike, û bi gelemperî bloka nivîsê ye.

Paragrafên HTML'ê bi nîşanka
tên diyar kirin.

Paragraf di navbera nîşankên
û
de tên nivîsandin.

Tîp û lekên kurd ketin zinaran

Li hawîr bumba bû gullebaran

Êrîşdibin ser komên neyaran

De rabe ser xwe, kurê min rabe!

-Seydayê Cigerxwîn

Hêmanên ku di nava paragrafan yan jî nivîsan de tên bikar anîn heye.

Bi wan re Hêmanên Alîkar tên gotin.

Em wan hêmanan lê binêrin û pênase bikin.

Hêmana

Hêmana
veqetandina rêzê diyar dike.

Heger hûn xêzek (xêzek nû) dixwazin,
dest pêkirina paragrafek nû dikare bîne.

Nîşe:
Hêmaneke Vala ye û nîşankê dawî nayê bikaranîn.

Ev paragraf
mînakê rêzedersên
HTML'e.

Hêmanên  û

Hêmana  nivîsa stûr dike. Girîngiyek destnîşan nake.

Ev nivîsekê stûr e.

Hêmana  nivîsê bi girîngiyek xurt diyar dike.

Naveroka hundur bi gelemperî bi stûr tê xuyang kirin.

Ev nivîsekê girîng û stûre!

Hêmanên  û

Hêmana  beşek nivîsê bi dengek an hestek alternatîf diyar dike.

Naveroka hundur bi gelemperî bi îtalîk tê xuyang kirin.

bi gelemperî ji bo nîşankirina peyvên teknîkî, hevokek ji zimanek din, ramanek, hwd tê bikar anîn.

Pergala Xebitandine - Mînak: Windows, Linux, MacOS

Hêmana  nivîsa balkêş diyar dike.

Naveroka hundur bi gelemperî bi îtalîk tê xuyang kirin.

Bager îro fêrî HTML dibe. Ji bo vê perwerdeyê pir kêyfxweşe!

Hêmana

Hêmana  nivîsa piçûk diyar dike.

Ev nivîsa hate piçûk kirinê ye.

Hêmana

Hêmana  nivîsa ku divê were nîşankirin an jî piştronî kirin diyar dike.

Li pişt vê nivîsê hate ronî kirin.

Hêmana

Hêmana  nivîsa ku ji belgeyek hatî jêbirin diyar dike.

Gerok bi gelemperî di nav nivîsa jêbirin de rêzek lê dixe.

Mînak: Ev gotin bi hêmana "del" ve hate nivîsandin.

Hêmana

Hêmana  nivîsek ku di nav belgeyek de hatî danîn destnîşan dike.

Gerok bi gelemperî binê nivîsa lêxistî xêz dike.

Mînak: Ev nivîsa bin xêz kiriye.

Hêmana

Hêmana  binnivîsê -nivîsa bin xistî- diyar dike.

Nivîsa binnivîsê nîv karakter li binê rêza normal xuya dike, û carinan bi tîpek piçûktir tê pêşkêş kirin.

Hêmana binavkirî dikare ji bo formulên kîmyewî, mîna H 2 O, were bikar anîn.

Mînak: Ev nivîs hate berjêr kirin.

Hêmana

Hêmana  nivîsa sernivîsê diyar dike.

Nivîsa sernivîsê nîv karakter li jor rêza normal xuya dike, û carinan bi tîpek piçûktir tê pêşkêş kirin.

Nivîsara sernivîsê dikare ji bo jêrenotan were bikar anîn. Mînak: WWW [1]

Ev nivîsa sernivîsê ye.