HTML
Çîn (Class)

Çîn (Class)

Taybetmendiya class ji bo diyarkirina çînek ji bo hêmanek HTML'ê tê bikar anîn.

Gelek hêmanên HTML'ê dikarin heman çînê hevpar bikar bînin.

Taybetmendîya class bi gelemperî ji bo nîşankirina navek çînê di nava pelê stîlê de tên bikar anîn.

Di heman demê de ew dikare ji hêla JavaScript'ê ve were bikar anîn da ku hêmanên bi navê çîna taybetî bigihîje û manîpule bike.

Di mînaka jêrîn de sê hêmanên me yên <div> ê hene, bi taybetmendiya class ve bi nirxa "bajar" hate destnîşan kirin.

Hemî sê hêmanên <div>, dê li gorî pênaseya .bajar ve stîlê de wekhev werin şêwaz kirin.

<!DOCTYPE html>
<html>
  <head>
    <style>
      .bajar {
        background-color: tomato;
        color: white;
        border: 2px solid black;
        margin: 20px;
        padding: 20px;
      }
    </style>
  </head>
 
  <body>
    <div class="bajar">
      <h2>Amed</h2>
    </div>
 
    <div class="bajar">
      <h2>Qamişlo</h2>
    </div>
 
    <div class="bajar">
      <h2>Dêrsim</h2>
    </div>
  </body>
</html>

Di mînaka jêrîn de du hêmanên me yê <span> hene bi taybetmendiyek class û bi nirxa "sor".

Her du hêmana <span> dê li gorî pênaseya .sor stîlê wekhev werin şêwaz kirin.

<!DOCTYPE html>
<html>
  <head>
    <style>
      .sor {
        color: red;
      }
    </style>
  </head>
 
  <body>
    <h1>Ev Rêzedersên <span class="sor">HTML'e</span> û Beşa Çîna ye.</h1>
    <p>Ez beşa <span class="sor">Çîna</span> fêr dibim.</p>
  </body>
</html>

Hevoksazîya Çînê

Ji bo afirandina çînek; Karaktera xalê . binivîsin, li pey navê çînê. Dûv re, taybetmendiyên CSS-ê yên di nav kevanekên xemilî {} de diyar bikin.

.navecine {
  font-size: 15px;
}
<!DOCTYPE html>
<html>
  <head>
    <style>
      .kesk {
        color: green;
      }
 
      .sor {
        color: red;
      }
 
      .zer {
        color: yellow;
      }
    </style>
  </head>
 
  <body>
    <div class="zer">Silav!</div>
    <h1>Ev Rêzedersên <span class="kesk">HTML'e</span> û Beşa Çîna ye.</h1>
    <p>Ez beşa <span class="sor">Çîna</span> fêr dibim.</p>
  </body>
</html>

Çînên Pirhejmar

Hêmanên HTML'ê dikarin ji yek çînek zêdetir bin.

Ji bo danasîna çend çînan, navên çînê bi valahiyê veqetînin, mînak <div class="sor stur">.

Hêman dê li gorî hemî çînên diyarkirî were şêwaz kirin.

Di mînaka jêrîn de, hêmana yekem hem ji çîna "sor" û hem jî ji çînê "stur" re ye, û dê şêwazên CSS ji her du çînan bistîne.

<!DOCTYPE html>
<html>
  <head>
    <style>
      .sor {
        color: red;
      }
 
      .stur {
        font-weight: bold;
      }
    </style>
  </head>
 
  <body>
    <p class="sor">Paragrafê sor e</p>
    <p class="sor stur">Paragrafê sor û stûr e</p>
    <p class="sor">Paragrafê sor e</p>
  </body>
</html>