Hevoksazî (Syntax)
Hevoksazîya CSS, ji hilbijêrek û bloka danezanê pêk tê.
Hilbijêr, hêmana HTML'ê ya ku hûn dixwazin şêwaz bikin destnîşan dike.
Di bloka danezanê de yek an jî çend danezan hene ku bi Xalebêhnok ;
ve veqetandî ne.
Her danezan navek taybetmendiya CSS û nirxek heye, ku bi xalebêhnok ve veqetandî ye.
Gelek danezanên CSS'ê bi xalebêhnok têne veqetandin, û blokên danezanê bi Kevaneyên Xemilî { }
ve têne dorpêç kirin.
Mînaka Hevoksazîyê
Di vê mînakê de hemî hêmanên <p>
dê li navendê, bi rengek nivîsê ya sor bêne rêz kirin:
p {
color: red;
text-align: center;
}
Pênase:
p
: Di CSS'ê de hilbijêrek e. (ew hêmana<p>
ya ku hûn dixwazin şêwaz bikin destnîşan dike).color
: milkek e, ûred
nirxê vê milkê ye.text-align
: milkek e, ûcenter
nirxê vê milkê ye.
Çawa Xuya Dike?
<style>
p {
color: red;
text-align: center;
}
</style>
<p>Rêzedersên CSS'ê Destpêkir!</p>